Filtrar por género

Podcast Kurdî

Podcast Kurdî

Podcast Kurdi

"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"

506 - LI AMEDÊ EV 6 MEH IN XANÎ NAYÊN FIROTAN
0:00 / 0:00
1x
  • 506 - LI AMEDÊ EV 6 MEH IN XANÎ NAYÊN FIROTAN

    Ji ber qeyrana aborî ya li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, êdî kes nikare ji xwe re xaniyek jî bikire. Xanîfroşên li Amedê, dibêjin ku ev 6 meh in xaniyek jî nefirotine. Li Êlihê jî rewş pir cuda nîne. Kirê jî pir zêde bûne, lewma xelk nizane êdî çi bike.

    Sun, 28 Jul 2024 - 12min
  • 505 - LI QILEBANÊ MUZEXANEYEK KU DÎROKA ÇANDA KURDAN VEDIBÊJE

    Li welatê me yekem car e muzexaneyek ku tenê ji amûr û cilûbergên kurdî pêk tê, hatiye vekirin.

    Seydayê Goyî ku di sala 2019’an de dest bi avakirina wê kir, heta niha ji hezarî zêdetir amûrên dîrokî

    kom kiriye. Seyda dibêje ku ev muzexane li Qilabanê ye, lewma hinekî dûr e û dixwaze ku dilxwazên

    çanda kurdî piştgiriyê bidin wî

    Thu, 25 Jul 2024 - 20min
  • 504 - Li Wanê bikaranîna madên hişber gihiştiye asteka metirsîdar

    Civaknas Osman Turgut: Divê wê tobloya tirsonek da malbat bi hişyarî tevbigerin û zarokên xwe biparêzin.Her çende sazî kar û xebatan bikin jî ev ji bo têkoşînê têr nake

    Mon, 22 Jul 2024 - 21min
  • 503 - Li Swisre Komela Kultûrê Kurdî li Cînêvê hat avakirin

    Li Swisre Komela Kultûrê kurdî li Cînêvê hatiye avakirin û her sal gellek xwendekarên kurd perwerde jê digrin.


    Eziz Kalo; Li Genêvrê devlet alîkariyê dide ku kurd bi zimane xwe perwerde bigrin. Lê malbat zarokên xwe dişînîn perwerdeya bi zimanê tirkî,erebî û farisî



    @AzizKalo

    Mon, 15 Jul 2024 - 20min
  • 502 - Zêdebûna xerca deriyên sînora, welatiyan xistine nav tengasiyê

    Welatiyên herêma Serhedê: Em debara jiyana xwe bi rêya deriyên sînoran bi rêvedibin. Di vê qeyrana aborî de, eger xerca deriyên sînoran were zêdekirin, em nikarin jiyana xwe rêvebibin û pariyek nan bibin mala xwe.

    Thu, 11 Jul 2024 - 12min
Mostrar más episodios