Filtrar por género
- 4103 - Li Amedê çalakiyên hişyarkirina tundiya li jinê dibe tên lidarxistin
Roja Cîhanî ya Rakirina Tundûtûjiya Dijî Jinê di 25 Mijdarê de ye, nûçegîhan Hatîce Kamer ji Amedê behsa çalakiyên ku li bajêr dibin dike. Yek ji wan li ser Rojîn Kabaiş ku ji bo xwendina zanîngehê çûbû Wanê lê di roja sêyemîn de wunbda bû û meytê wê piştî 18 rojan di gola Wanê de hat dîtin. Malbata wê bawer dike ku keça wan hate kuştin lê ta niha tu lêpirsînek venebûye.
Fri, 22 Nov 2024 - 10min - 4102 - Kurte Nûçeyên roja Înî 2î Mijdara 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Penny Wong dibêje Australya rêzê li serxwebûna ICC dike piştî ku fermanên girtinê ji bo karbiestên Israîlî derxist… Trump Pam Bondi ji bo Dozgera Giştî hildibijêre piştî ku Matt Gaetz vekişiya ... Û di futbolê de, Tîmê jinan yê Arsenal di deqeya dawîn de 1-0 serkeftin li hember Juventus bi dest xist, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Fri, 22 Nov 2024 - 05min - 4101 - Nûçeyên roja Pêncşemê 21î Mijdara 2024
Di vê buletenê de: Bi dehan otombîl bi grafîtîyên dijî Îsraîlê hatin xerabkirin… Danûstandin ji bo pêşîlêgirtina li grêva trênê ya Sydney berdewam dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Thu, 21 Nov 2024 - 11min - 4100 - Kurdish Australians seek Australian government support - Civaka Kurd li Australya piştgiriya hukûmeta Australya bo Kurdan daxwaz dike
The Kurdish community in Australia is set to engage with Australian parliamentarians regarding the challenges encountered by the Kurds and the Kurdish regions, with particular emphasis on the situation in Iran. In this context, we discussed the meeting with Salah Pourasad, a representative of the KDPI in Australia, who will also provide insights into the absence of Khalid Azizi, member of the Central Committee and Politburo. - Civata Kurdên Australya dê bi parlementerên Australya re li ser pirsgirêkên li pêş Kurdan û navçeyên Kurdistanê re bicivin û danûstendin dê bi giranî li ser Îranê were kirin. Em derbarê civînê bi nûnerê HDKI Selah Pûresed re diaxafin ku ew her weha ronahiyekê li ser nehatina endamê komîteya navendî yê mektebî sîyasî HDKI li Ewropa Xalid Ezîzî jî dide me.
Thu, 21 Nov 2024 - 06min - 4099 - Encamên serjimêriya Iraqê dê di berjewendiya kurdan de be?
Raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê ji me re behsa ku piştî 37 salan proseya serjimêriya giştî bi beşdariya nêzîkî 120 hezar dengderan dest pê dike.
Thu, 21 Nov 2024 - 10min - 4098 - Hard choices for homelessness services as demand continues to grow - Vebijarkên dijwar ji bo xizmetên bêmaliyê ji ber ku daxwaz her ku diçe bilind dibe
Overwhelmed homelessness services across Australia are being faced with impossible choices as housing affordability remains at crisis levels, and the demand for their services grows. A new report from Impact Economics has found some services are turning away families and others, because they do not have enough resources to help everyone. - Xizmetên bêmalbûnê li seranserê Australya bi vebijarkên ne gengaz re rû bi rû dimînin ji ber ku erzanbûna xanîyan di astên krîzê de dimîne, û daxwaziya xizmetên wan zêde dibin.
Thu, 21 Nov 2024 - 07min - 4097 - Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 20î Mijdara 2024
Di vê bûletenê de: Daxwaz ji hukûmetê tê kirin ku temenê dengdanê dakeve 16 salî... Victoria zeviyeke royê ya mezin ku dikare 51,000 xaniyan bi hêz bike çê dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Wed, 20 Nov 2024 - 03min - 4096 - Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 19î Mijdara 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Peter Dutton plana hukûmetê ya ji bo anîna xwendekarên navneteweyî wekî tevliheviyekê binav dike… Cûdahiya mûçeya zayendî ya Australya ji ya berê xirabtir e, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Tue, 19 Nov 2024 - 04min - 4095 - Kurte Nûçeyên roja Înî 15î Mijdara 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Endamên parlemanêye serbixwe ji plana hukûmetê ya ji bo danîna sînorekî li ser bexşînên siyasî aciz bûne… Tony Popovic ji perfermonsa Socceroos raziye, tevî ku bi Erebistana Siûdî re 0-0 bûn, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Fri, 15 Nov 2024 - 04min - 4094 - Piştî 37 salan yekem serjimêriya Herêma Kurdistanê. Çima ewqas dirêj kir?
Di 20î Mijdarê de piştî 37 salan yekem car e li Herêma Kurdistanê serjimêrî çê dibe û piştî 27 salan jî li Îraq ê serjimêrî tê kirin. Gelo çima ewqas dirêj kir heya ku serjimêrî pêk bêt? berêz Sîrwan Mihemed, Cîgirê Wezîrê Pilandanan û Cîgirê Berpirsê Daîreya Statîstîkên Herêma Kurdistanê sedemên cî negirtina serjimêriyê ji me re şîrove dike.
Fri, 15 Nov 2024 - 09min - 4093 - 'Bi rastî jî Xusrew û Şîrîna Kurdî di edebiyata klasîka Kurdî de dê bibin yek'
Vê hefteyê rojnamevan Hatice Kamer ji me re raporteke taybet li ser nivîskar û wergêrê Kurd Perwîz Cîhanî amade kiriye. Mamoste Cîhanî dest bi wergera Şahnameya Firdewsî kir û ragihand ku wî ji pêncyeka berhema xwe kuta kiriye. Mamoste Cîhanî berê, Xusrew û Şîrîn, û Leyla û Mecnûn yên Nîzamî ji Farisî wergerandibûn Kurdî.
Fri, 15 Nov 2024 - 08min - 4092 - Nûçeyên roja Pêncşemê 14î Mijdara 2024
Di vê buletenê de: Firînên di navbera Balî û Australya de ji nû ve dest pê dikin… Serokwezîr Anthony Albanese dibêje di civîna APEC ya li Peru de nîşandana bazirganiyê pêşengiya wî ye… Raporeke nû diyar dike ku ji sedî 51 ji jinên koçber li kar rastî destdirêjiya zayendî bûne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Thu, 14 Nov 2024 - 11min - 4091 - 'Excluding the ethnicity question from the Iraqi census is a major concern for Kurds' - 'Derxistina pirsa netewe ji pirsên serjimêriya Iraqê xemeke mezin e ji bo Kurdan'
The national census in Iraq is scheduled for November 20, 2024. Dr. Sherko Kirmanj, an academic and researcher, provides his insights on the involvement of the Kurdistan Regional Government in the upcoming census. - Akademîsyon û lêkolîner Dr Şêrko Kurmanc, nêrînên xwe yên ji perspektîfa Kurdî derbarê serjimêriya bêt ya Iraqê ku biryar e di 20 Mijdarê de pêk were, bi me re parevedike.
Thu, 14 Nov 2024 - 11min - 4090 - Serokwezîrê Iraqê bi rêberên kurdan re dicive
Serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî bo Herêma Kurdistanê, dê deriyên çareserkirinên bilez ji bo pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de veke. Dê gotûbêj li ser hinartina petrolê, dabeşkirina bûdceyê, serjimêriya bê û cîbicîkirina biryarên dadgeha federal derbarê mûçeyên sektora giştî li Herêma Kurdistanê bêne kirin. Zedetir di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
Thu, 14 Nov 2024 - 10min - 4089 - Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 13î Mijdara 2024
Di vê bûletenê de: Donald Trump Elon Musk hildibijêre ku serokatiya beşê karbidestiya hukûmetê ya nû bike... 900 mîlyon dolar ji bo teşwîqkirina wîlayet û herêman ji bo baştirkirina berhemdarî û pêşbaziyê... Û di fûtbolê de, Australya dê mezûvaniya Kûpa Asya ya Jinan 2026 bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Wed, 13 Nov 2024 - 04min - 4088 - Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 12î Mijdara 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê dibêje ê sala 2024 bibe sala herî germ ya tomarkirî... Çalakvanên aştiyê yên Îsraîlê li Australya ne ku piştgirî bidin agirbesteke daîmî... Komên mafên mirovan ji FIFA daxwaz dikin ku dengdana ji bo mezûvaniya Kûpa Cîhanî ya mêran a 2034 li Erebistana Siûdî rawestîne. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Tue, 12 Nov 2024 - 05min - 4087 - Kurte Nûçeyên roja Înî 8î Mijdara 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Serokê Banka Navendî ya DYA soz dide ku ew îstifa neke, her çende ku Donald Trump jê daxwaz bike... Serokê hilbijartî yê DYA yekem hevdîtina xwe ya bilind pêk tîne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Fri, 08 Nov 2024 - 03min - 4086 - Xewna birayê xwe tîne cîh
Keçeke Kurd li Rojavayê Australya xewna fûtbolê ya birayê xwe tîne cîh. Mayada Ali rahêneriya tîmekî topa pê dike û dibêje ew hewesa birayê wê bû ku di siberojê de beşdarî kûpa cîhanî ya fûtbolê bibûya, lê mixabin ew bi temenê 15 salî di encama nixweşiya seretanê jiyan ji dest da.
Fri, 08 Nov 2024 - 08min - 4085 - #74 Talking about your pet peeves (Med) - #74 Axaftina ser tiştên ku we aciz dikinFri, 08 Nov 2024 - 09min
- 4084 - Nûçeyên roja Pêncşemê 7î Mijdara 2024
Di vê buletenê de: Cîgira Serokê DYA Kamala Harris sozê veguheztina aştiyane ya desthilatê ji Donald Trump re ragihand... Rêberên cîhanê pîrozbahiyên xwe pêşkêşe Donald Trump dikin… Dê Australya zarokên di bin 16 salî de ji bikaranîna medyaya civakî qedexe bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Thu, 07 Nov 2024 - 10min - 4083 - Xelk ji danîna qeyûman li bajarên Kurdan ne razîne
Tirkiyê roja Duşemê sê şaredarên bajarên ku piraniya şêniyên wan kurd in, bi tawanên "terorîzmê" ji kar derxistin, tevî ku Enqere xwesteka eşkere ya ji bo nêzîkbûna bi kurdan re heye. Li bajarên Mêrdîn, Batmanê û Halfeti ku navçeyeke Ruhayê ye şaredar ji wezîfeyê hatin derxistin û qeyûm hatin tayînkirin. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.
Thu, 07 Nov 2024 - 11min - 4082 - Gelo daxwaza Herêma Kurdistanê derbarê paşvexistina serjimêriya 2024 pêk bê?
Serjimariya Îraqê di 20/11/2024 de ye, ji ber pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hukumeta Îraqê de, tirs heye ku serjimêrî ji bo mebestên siyasî were bikaranîn. Bi taybetî bicihkirina Erebên aware li Hermên Kurdistanê yên li Derveyî Îdareya Herêmê. Zedetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
Thu, 07 Nov 2024 - 10min - 4081 - Migrants aren't being hired in the jobs they're qualified for. It's costing Australia billions - SBS Examines: Koçber di karên xwe de nayên wergirtin. Mesrefê bi mîlyaran li Australya dike
Australia is facing a skills shortage. So why are migrants struggling to find work in line with their education and experience? - Australya bi kêmasiyeke jêhatîbûnê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê çima koçber ji bo peydakirina kar li gorî perwerde û ezmûna xwe têdikoşin?
Wed, 06 Nov 2024 - 04min - 4080 - Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 5î Mijdara 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Reserve Bank rêjeyên ji sedî 4.35 dihêle ... Cîgirê Serokwezîr Richard Marles dibêje hevalbendiya DYa-Australya dê bi hêz bimîne… Û di pêşbirka hespan de... Knight Kûpê Melbourne di pêşbaziya hespan de qezenc dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Tue, 05 Nov 2024 - 03min - 4079 - Kurte Nûçeyên roja Înî 1î Mijdara 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Hat dîtin ku Pauline Hanson bi nijadperestî senatoreke misilman şermezar kiriye… Bi kêmanî 6 penaxwazên Rohinga li beravên Aceh li Endenûsya xeniqîn, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Fri, 01 Nov 2024 - 04min - 4078 - Is Turkiye trying to improve its relations with the Kurds? - Gelo Tirkiyê hewl dide têkiliyên xwe bi Kurdan re sererast bike?
The recent circumstances in Turkiye have been marked by heightened tension, particularly following the incident that occurred in Ankara on October 23, which has adversely affected the peace negotiations between the Kurdistan Workers' Party (PKK) and the Turkish government. To get further insight into the situation, Sedat Yurtdash, a lawyer and politician from Diyarbakir, provides an analysis of the current situation. - Wek tê zanîn ku di van demên dawîn de li Tirkiyê rewş aloze bû ye – bi taybetî piştî bûyera vê dawiyê ya ku di 23 Cotmehê de li Enqerê cî girtî ku proseya aştiyê di navberî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Tirkiyê têk bir. Ji bo em zêdetir li ser rewşê bizanibin parêzer û siyasetvan Sedat Yurtdash ji Diyarbekir rewşê analîz dike.
Thu, 31 Oct 2024 - 13min - 4077 - Nûçeyên roja Pêncşemê 31î Cotmeha 2024
Di vê bûletenê de: Raporek dibîne ku avhewaya Australya xirabtir dibe, û daxwaza kêmkirina gazê bi zûtirîn dem tê kirin… Çîn Australya bi nîjadperestiya sîstematîk tawanbar dike... Û di tênis de, Alex de Minaur û Holger Rune derbase dora sêyemîn ya Masters li Parîsê dibin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Thu, 31 Oct 2024 - 11min - 4076 - Nakokî di navbera PDK û YNK li ser karta Jimareya Min zêde dibe
Nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê di raporta xwe de li ser nakokiya di navbera PDK û YNK derbarê karta bankê ya Hesabê Min vedibêje. Her weha behsa encamên dawîn yên helbijartinê dike ku her kes dixwaze hukumetek bi zûtirîn dem pêk bêt.
Thu, 31 Oct 2024 - 10min - 4075 - Malbata Şenyaşar piştî 6 salan şîna xwe datîne
Fadil Şenyaşar piştî zêdetirî 6 salan ji girtîgehê bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê ji girtîgehê derket. Di doza êrîşa 2018'an a Pirsûsê ku ji malbata Şenyaşaran gelek kes hatin kuştin, tevî girtiyên din ê di girtina malê de bin. Di encama têkoşîna Emîne Şenyaşar de kurê wê Fadil Şenyaşar hate berdan. Malbat piştî 6 salan şîna xwe datîne.
Thu, 31 Oct 2024 - 08min - 4074 - Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 30î Cotmeha 2024
Di bûletena nûçeyên îroj de: Enflasyon ji destpêka sala 2021-an û vir ve digihîje rêjeya herî nizim… Hukumeta federal planên mezinkirina stokên mûşekên dûravêj yên Australya eşkere dike, ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.
Wed, 30 Oct 2024 - 04min - 4073 - SBS Examines: In Conversation with the Governor-General - SBS Examines: Di danûstendineke bi Waliya Giştî re
Australia's Governor-General is hopeful about Australia's future, despite conflict and difficulty dominating headlines. - Waliya Gîştî ya Australya ji siberoja Australya bi hêvî ye, tevî nakokî û dijwariya manşêtan. Di hevpeyivîneke bi SBS Examines re, bi rûmet xatûn Sam Mostyn ramanên xwe yên li ser hevgirtina civakî, xweşbînî, û rola padîşahiyê parve kir.
Wed, 30 Oct 2024 - 07min - 4072 - Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 29î Cotmeha 2024
Di vê bûletenê de: Raporeke nû dibîne ku qedexeyên pandemiya li Australya bi tevahî ne pêwîst bûn… Lêkolîneke nû dît ku prostata ne-kansêr jî bandorê li ser derûniya peyan li Australya dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Tue, 29 Oct 2024 - 05min - 4071 - 'I have a passion for writing about cultural and traditional topics' - 'Meraqa min a nivîsandina li ser mijarên çandî û kevneşopî heye'
Falak, displaced from her homeland by Islamic State (IS) nine years ago, channels her energy into writing and reciting original love stories, traditional songs and poetry. - Felak, neh salan berê ji ber êrîşa "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Kobanîyê koçe Almaniya kir. Ew enerjiya xwe di nivîsandin û xwendina çîrokên evînî yên resen, stranên kevneşopî û helbestan de derbas dike.
Fri, 25 Oct 2024 - 10min - 4070 - Kurte Nûçeyên roja Înî 25î Cotmeha 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Du kes li Victoria mirina dema kamyonek li mala wan qelibî… Piraniya Australîyan di 12 mehên dawî de rastî êrîşeke cyber bûne... Û di sporê de, Matildas di lîska hevaltî ya îşev bi Swîsreyê re dileyzin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Fri, 25 Oct 2024 - 05min - 4069 - Nûçeyên roja Pêncşemê 24î Cotmeha 2024
Di vê bûletenê de: Pirsên li ser mafdariya Lidia Thorpe ji bo rûniştina di Senetê de... Li Tirkiyê di encama êrişeke terorî de 5 kes hatin kuştin... Zêdetirî 30 xwendekar bi koktêla molotov li Çîlî brîndar dibin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Thu, 24 Oct 2024 - 09min - 4068 - Têkçûna hêviyên aştiyê piştî êrîşa li Enqerê cî girtî
Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê behsa êrîşa ku li ser kargeheke çekan li Enqerê bûyî dike, ku hukumeta Tirkiyê îdîa dike PKK ev kiryar kiriye. Ew herweha ji me re behsa serdana serokê CHPê Ozgur Ozel bo Diyarbekir dike.
Fri, 25 Oct 2024 - 09min - 4067 - Gelo dê kengê hukumeteke nû li Herêma Kurdistanê pêk bêt?
Nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê li ser encamên helbijartina li Herêma Kurdistanê di 20/10/2024 de cî girtî vedibêje. Herweha xelk bi gîştî dixwaze hukumetek bi zûtirîn dem pêk bêt, lê hin idîa hene ku dê piştî helbijaratinên li Îraqê ku sala bêt 2025 pêk were.
Thu, 24 Oct 2024 - 12min - 4066 - Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 23î Îlona 2024
Di bûletena nûçeyên îroj de: Pevçûn di navbera komên rastirgir û xwepêşanderên alîgir ê penaberan de... Raporeke nû destnîşan dike ku wîlayetên Australya ê tekoşîna xwe ji bo bicihanîna armancên xaniyan bidomînin… Îsraîl kuştina rêberekî şûnbilind ê Hizbullahê piştrast kir, ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.
Wed, 23 Oct 2024 - 04min - 4065 - Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 22î Cotmeha 2024
Di vê bûletenê de: Dema ku King Charles li Redfern li Sydney digere, peykerek Queen Victoria hate xirab kirin… Îran bi şandina pere û zêr bo Hizbullah li Lubnanê tê tawanbarkirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Tue, 22 Oct 2024 - 05min - 4064 - Living in limbo - SBS Examines: Jiyana jiyaneke bê hêvî
Thousands of asylum seekers are still caught up in the government's now-abolished fast-track visa system, most have waited over a decade for permanency. - Bi hezaran penaxwaz hîn di nav sîstêma vîzeya bilez ya ku hukumetê rakiriye de girtî ne, piraniya wan zêdetirî deh salin li benda perjirandinê ne.
Tue, 22 Oct 2024 - 06min - 4063 - Kurte Nûçeyên roja Înî 18î Cotmeha 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Herêma Bakur temenê berpirsiyariya sûc kêm dike... Wezîra Derve Penny Wong bersiva mirina rêberê Hemasê Yehya Sînwar dide, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Fri, 18 Oct 2024 - 05min - 4062 - Nûçeyên roja Pêncşemê 17î Cotmeha 2024
Di vê bûletenê de: Partiya Keskan banga çalakiya li dijî nijadperestiyê li Australya dike… Rêjeya jidaybûnê li Australya dadikeve asta herî nizim di 17 salên dawî de, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Thu, 17 Oct 2024 - 10min - 4061 - Herêma Kurdistanê xwe ji bo hilbijartina dîrokî amade dike
Em derbarê helbijartinên Perlemanî li Herêma kurdistanê hin pirsan ji nûçegîhanê SBS Kurdî Ehmed Xefûr ji Hewlêrê dipirsin. Helbijartin di 20 vê mehê, Oktober de dest pê dikin ku di heman demê de bangeşên helbijartinê temam bûn. Her weha rêberên partiyên siyasî jî gotarên xwe pêşkêş kirin, gelo pêşkêşkirina gotaran çi bandorê li ser dengderan dike? Zêdetir derbarê wan mijarên li jor û yên din di raporta ji Hewlêrê de hene.
Thu, 17 Oct 2024 - 12min - 4060 - Li Amedê tevî beşdarbûna polîsan xwepêşandana azadiyê pêk hat
Di naveroka raporta Hatice Kamer ji Amedê de behs li ser seredana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî bo Enqerê dibe, xwepêşandana DEM partiyê li Amedê ku li ser biryara wîlayetê hate qedexekirin dibe û her weha behs li ser idîayên telefonî ji Îmraliyê bo Qendîlê jî dibin.
Thu, 17 Oct 2024 - 11min - 4059 - Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 16î Cotmeha 2024
Di bûletena nûçeyên îroj de: Penny Wong rû bi rûyî astengiyên dubare hat dema piştgirên bangî cezakirina Îsralê kirin... Hukumet li Rojavayê Australya devereke berevaniyê ya nû ragihand, ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.
Wed, 16 Oct 2024 - 05min - 4058 - Significance of breast cancer screening and awareness cannot be overstated - Girîngiya kontrolkirina penceşêra pêsîrê û hişmendî zêde nabe
Breast Cancer Awareness Month, observed in October, is the focus of our discussion with Dr. Maryam Akrawi from Melbourne. This disease significantly impacts many women across Australia, with a smaller number of men also being affected. On average, approximately 57 Australians receive a breast cancer diagnosis each day, culminating in over 20,000 new cases annually. - Em derbarê Meha Huşmendiya Şêrpenceya Memikan (Breast Cancer Awareness Month) bi Dr Meryem Eqrawî ji Melbourne diaxafin. Nixweşiya seretana di memikan de bandoreke mezin li ser gelek jinan li Australya dike ku di heman demê hejmareke kêm ji peyan jî bandor li wan dibe. Nêzîkî 57 Australî her roj bi seretana pêsîrê tên tespît kirin. Yanî salê zêdetirî 20,000 Australî bi şêrpenceya memikan tên tespît kirin.
Wed, 16 Oct 2024 - 07min - 4057 - Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 15î Cotmeha 2024
Di vê bûletenê de: Senatorê berê Guy Barnett di şûna Michael Ferguson de dibe cîgirê serokwezîrê partiya Lîberal yê Tasmania… Bernameya Jobseeker niha tenê ji sedî 20 ji mûçeya navîn e... Û di Krîkit de, Australya piştî serkeftina xwe ya li hember Hindistanê di Kûpa Cîhanê ya T20 de derbasî nîv-fînalê dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Tue, 15 Oct 2024 - 05min - 4056 - Saziya bijîşkî ya dadî sedema mirina Narîn Guran eşkere kir
Raporta Hatice Kamer ji Amedê li ser civina Hakan Fidan bi balyozê berê yê Amerîka re ye, her weha derbarê gotinên Zekerîya Yapicioglu serokê HUDA PAR jî behs dibe, û li ser rewşa dawîn ya lêprisîna kuştina Narîn da ye.
Fri, 20 Sep 2024 - 06min - 4055 - Kurte Nûçeyên roja Înî 20î Îlona 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Amancên koçberiyê ji bidestxistinê dûr in ji ber ku hukûmeta federal armanc dike ku hejmara koçberên li derveyî welat kêm bike...... Modelkirin eşkere dike ku enerjiya nuklêrî dê salê $665 mesref zêde bide malbatan... Û di werzîşê de, Graham Arnold ji rêveberiya Socceroos îstifa dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Fri, 20 Sep 2024 - 05min - 4054 - Nûçeyên roja Pêncşemê 19î Îlona 2024
Di vê bûletenê de: Di encama teqandina walkie-talkies li Lubnanê 20 kes mirin û 450 kes jî birîndar bûn... Rêjeya bêkariyê ya Australya di Tebaxê de neguherî ji ber ku kardêr berdewam li karkeran digerin... Banka Navendî ya DYA ji çar salan de yekem car rêjeyên faîzê yên fermî kêm dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Thu, 19 Sep 2024 - 10min - 4053 - Refugee details sad truth 10 years on from IS siege - Penaberek piştî 10 salan ji dorpêça DAIŞ rastiya xemgîn vedibêje
Fearing for their lives, the people of Kobani - a Kurdish town located in northern Syria bordering Turkey - fled across the border to escape Islamic State group. Nizar Barri and his family were among the thousands who fled 10 years ago and recently arrived in Australia as a refugee. - Di 18 Îlona sala 2014 şêniyê Kobaniyê û ji 350 gundî zêdetir ji tirsa DAIŞ reviyan û berê xwe dan sînorê Tirkiyê. Kobanî ji aliyê DAIŞ ve maweyî 5 mehan hate dagirkirin û di encamê de bi sedhezaran xelk berbelav bûn û Kobanî û derdorên wê vala bûn. Ji wê demê ve dêmografiya Kobaniyê hat guhertin û pirraniya rûniiştvanên wê ji ber gelek sedaman derketin welatên biyanî. Nizar Berrî û malbata xwe di destpêka îsal 2024 de hatin Australya, em derbarê dema ku ji Kobanî reviyan û jiyana piştî derketina ji Kobaniyê ji wî dipirsin.
Thu, 19 Sep 2024 - 13min - 4052 - Amadekariyên ji bo helbijartinan li Herêma Kurdistanê
Bi nizikbûna roja helbijartinan ya îcar li Herêma Kurdistanê beşêkî mezin ji berbijaran kampîna xwe destpêkirin. Ji bo helbijartina îcar perlemana Kurdistanê ji 100 korsî 30 korsî dê ji bo jinan bin. Zedetir derbarê vê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê de heye.
Thu, 19 Sep 2024 - 09min - 4051 - 'Human rights organisations and freedom activists condemned this act' - Rêxistinên mafên mirovan û azadîxwazn ev kiryara şermezar kirin
Behzad Khosrawi a member of the KDPI has been living with his family officially as a refugee under the protection and supervision of UNHCR in the Kurdistan Region. On September 9, 2024 he was extradited to the Islamic Republic of Iran by the Security of Sulaymaniye. Salah Pourasad is the representative of the Kurdistan Democratic party Iran (KDPI) in Australia about Mr Khosraw's extradition. - Behzad Xosrewî cendîn sale tev malbata xwe bi awayekî fermî wek penaber di bin parastin û çavdêrîya Komisyona Penaberan ya Neteweyên Yêkgirti li Herêma Kurdistanê dijî. Ew bi awayekî li dijî prensipên mafên mirovan ji aliyê Asayişa Silêmaniyê radestî Komara İslamî ya Îranê hat kirin. Em derbarê radestkirina wî bi nûnerê Hizbî Dîmokratî Kurdistan Iran (KDPI) li Australya bi Salah Pûresed re dixafin.
Thu, 19 Sep 2024 - 06min - 4050 - Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 18î Îlona 2024
Di bûletena nûçeyên îroj de: Bi hezaran endamên sendîkayên karkeran beşdarî protestoyên li Sydney û Melbourne dibin... Platforma medyaya civakî ya Instagram ji bo bikarhênerên temenbiçûk guhertinan destnîşan dike... Di werzîşê de Liverpool di destpêka demsala nû ya Champions League de li Îtalya A-C Milan bi 3-1 têk bir. Ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.
Wed, 18 Sep 2024 - 04min - 4049 - Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 17î Îlona 2024
Di vê bûletenê de: Serokwezîr Anthony Albanese pêkanaa hilweşandina dualî ya hilbijartinan red nake…Hukûmeta New South Wales dê êdî pratîka cezayên bê bilêt bikar neynin... Tom Sermanni wekî rahênerê demkî yê Matilda hatdestnîşankirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Tue, 17 Sep 2024 - 04min - 4048 - Kurte Nûçeyên roja Înî 13î Îlona 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Dêwên teknolojiyê, bank û şîrketên ragihandinê ji ber neparastina mexdûrên xapandinê rû bi rûyî cezayên mezin bibin... Elon Musk Hikûmeta Australya bi faşîstbûnê tawanbar dike... Û di tenîsê de,Australya di Kûpa Davis de nêzikî li gihandina fînalê kiriye, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Fri, 13 Sep 2024 - 05min - 4047 - 'Australia makes dreams come true' - 'Australya xewnên mirovan pêk tîne'
Two years ago, we had a conversation with a young Ezidi who was living in a refugee camp in the Kurdistan Region of Iraq. He expressed a strong interest in photography and aspired to purchase his own camera in the future. A year later, Rami Alali relocated to Armidale, Australia, with his family. We reached out to Rami to inquire whether he had achieved his dream of owning a camera since his arrival in Australia. Rami shared that he had indeed fulfilled his aspiration and was currently enrolled at TAFE to improve his English language, enabling him to pursue a career in photography. - Berî du salan me bi ciwanekî Êzidî yê ku li kampeke penaberan li Herêma Kurdistanê dijiya, li ser meraqa wî ya wênekêşiyê ku xewna wî rojekê xwediyê kamerayeke baş be axifîn. Ramî Elelî berî salekê bi dêûbav, xûşik û birayên xwe re gihişt Australya û li Armidale bi cih bû. Me hevpeyvînek bi Ramî re kir wekî şopandin da ku em zanibin ka xewna wî ya bidestxistina kamerayekê ji dema gihîştina Australya pêk hatiye yan na. Rami ji me re got ku xewna wî pêk hatiye û ew beşdarî TAFE dibe ku zimanê xwe yê Îngilîzî baştir bike da ku di siberojê de karê wênekêşiyê bike.
Wed, 23 Oct 2024 - 05min - 4046 - Sedema kuştina Narînê çi ye?
Piştî lêgerîneke berfireh laşê keçika heşt salî ya bi navê Narîn Guran li Tirkiyê piştî sê hefteyan hat dîtin. Laşê Narîn Guran di nav çemekî de li başûr rojhilatê parêzgeha Amedê hat dîtin. Keşf li dora yek kîlometre ji gundê ku ew bi malbata xwe re lê dijiya hate kirin. Ta niha sedema kuştina Narînê nehatiye zanîn û zelalkirin. Zedetir derbarê mijarê di raporta Hatice Kamer ji Amedê de heye.
Fri, 13 Sep 2024 - 13min - 4045 - Nûçeyên roja Pêncşemê 12î Îlona 2024
Di vê bûletenê de: Neh leşkerên Australya xelatên xwe piştî lêpirsîna tawanên şer vedgigerînin... Neteweyên Yekbûyî dibêje ji ber kuştina karmendên Neteweyên Yekbûyî li Xezeyê bêberpirsiyarî heye, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Thu, 12 Sep 2024 - 09min - 4044 - Endamekî PDKI yê li Silêmaniyê radestî Îranê bûye
Hêzên emnî yên Silêmaniyê penaberekî sîyasi bi navê Behzad Khosrav ji rojhelatê Kurdistanê radestî Îranê kir, ku di encamê de gelek rexne hatin kirin. Şandeke bilind ya Îraqê seredana Hewlêr kir û digel Serok Wezîrê HHK Mesrur Barzanî û Cîgirê Serok Wezîr Qubad Talabani kombûn. Armanca hevdîtinê ji bo çareserkirina nakokiyên aborî yên demdirêj e di navberî Hewlêr û Bexdayê de ye.
Thu, 12 Sep 2024 - 09min - 4043 - Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 11î Îlona 2024
Di bûletena nûçeyên îroj de: Nîqaşa duyemîn ya serokatiyê Dewletên Yekbûyî dest pê kir... Xwepêşander bi polîsan re li Melbourne dikevin pevçûnê... Û di werzîşê de, Tîmê Paralîmpîk a Australya ji Parîsê digihîje Sydney, ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.
Wed, 11 Sep 2024 - 04min - 4042 - Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 10î Îlona 2024
Di vê bûletenê de: Jim Chalmers opozisyonê li ser berevajîkirina siyaseta xwe derbarê reformên Reserve Bank rexne dike... Anthony Albanese ber bi qedexekirina medyaya civakî ya ji bo zarokên di bin temenê14 salî dimçe… Hejmara kuştiyên êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên şeva borî li Sûriyê dibe 18 kesan, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Tue, 10 Sep 2024 - 06min - 4041 - 'My dream was to one day specialise in anatomical pathology' - 'Xewna min bû ku rojekê pisporiya teşxîskirina nexweşiyan bikim'
Dr Sarbar Napaki arrived in Australia in 1992. With his medical background, when he arrived in Australia, he did three years of residency in medical surgical and emergency. Dr Napaki also worked as a general practitioner until 1997 when he started his training in Anatomical Pathology. He received his Fellowship of the Royal College of Pathologists Australasia at the end of 2002. Dr Napaki is currently Head of Department in Anatomical Pathology at Wollongong Hospital. His areas of interests include urology, lymphoma, head and neck and gastrointestinal Pathology. He re-joined the Pathology Department at Southern IML Pathology in 2016. - Dr. Serbar Nepaxî di sala 1990 de li zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê xwendina xwe ya blind kuta kir. Wî di sala 1992 e, koçî Australya kir û sê salan di warên bijîşkî, neştergerî û pizîşkiya awarte de perwerde dît. Dr Nepaxî herweha heta sala 1997 doktorê giştî bû dema wî dest bi perwerdeya patolojiya anatomîk kir wate Lêkolîna li ser nixweşiyên di laş de. Ew di dawiya sala 2002 de Fellowship to the Royal College of Pathologists Australasia bi dest xist. Dr Nepaxî niha serokê Anatomical Pathology li Nexweşxaneya Wollongong, ku ji hêla Southern.IML Pathology ve tê xizmetkirin. Taybetîmendiya Dr Nepaxî di van beşan de ye, urology/mîzdanikê, lîmfoma, nexweşiyên serî û stû, zik û rovî/gastrointestinal.
Fri, 06 Sep 2024 - 11min - 4040 - Kurte Nûçeyên roja Înî 6î Îlona 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîr Anthony Albanese dibêje nêzîkatiyek yekgirtî pêdivî ye ku mirov li xwendegehan zêdebûna dijî jinan çareser bike… Xezînedar Jim Chalmers RBA bi blindbûna rêjeya fayîzê tawanbar dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Fri, 06 Sep 2024 - 05min - 4039 - Îraq bizava derbaskirina yasaya temenê zewacê ji bo keçan bike 9 salî dike
Di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê de behs li ser peyakî ji parêzgeha Duhokê ku li bajarê Stenbolê li Tirkiyê hatiye kuştin dibe. Herweha behs li ser du beşbûna xelkê derbarê yasaya rewşa kesayetî dibe ku hinek li dijî serrastkirinê ne û hinek jî hewla serrastkirin û pesendkirina yasayê didin, yasaya ku keçên 9 salî bidin mêr.
Thu, 05 Sep 2024 - 11min - 4038 - Nûçeyên roja Pêncşemê 5î Îlona 2024
Di vê bûletenê de: Bill Shorten dê di hilbijartinên li pêş de ji siyasetê vekişê ... Hêdîbûna aborî ya Australya bandoreke giran li jinan dike… Û di tenis de, Alex de Minaur ji yekaneya mêran ya US Open hate derxistin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Thu, 05 Sep 2024 - 09min - 4037 - Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 4î Îlona 2024
Di bûletena nûçeyên îroj de: Îranê bangî balyozê Australya ji ber posta LGBTQ+ kir… Wezareta Dadê ya Amerîka derbarê serokê nû yê Hamasê de tawanên tawanan ragihand, ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.
Wed, 04 Sep 2024 - 04min - 4036 - Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 3î Îlona 2024
Di vê bûletenê de: Serokwezîr Anthony Albanese peymaneke nû ji bo fînansekirina xwendegehên li Rojavayê Australya ragihand…Û di werzîşê de, Alex De Minaur ji Australiyê li hember xwe Jordan Thompson di U-S Open bi ser ker, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Tue, 03 Sep 2024 - 04min - 4035 - Tailor becomes famous fashtion designer's dressmaker - 'Min giyan di kirasî de dît, ev kiras bi te re dipeyivî'
The 13-year civil war in Syria led to the displacement of millions of people, who settled in western and neighbouring countries. Some of them succeed in their new country and some of them go through difficult situations. A person who is successful in his work, is Ali Kobani, who is a dressmaker especially Kurdish clothes. He has lived in the Kurdistan Region for since 2011. When he first arrived in the Kurdistan Region, he faced some difficulties as a tailor. After people saw his work, he was very successful, and now he is working with Kurdish fashion designer Lara Dizeyee as a dressmaker. - Şerê navxweyî yê 13 salan li Sûriyê bû sedema awarebûn û penabertiya bi milyonan kes, kesên ku li Ewropa û welatên cîran bi cîh bûn. Hin ji wan li welatê xwe yê nû biserkeftin û beşek jî di rewşên dijar re derbas dibin. Kesekî ku di karê xwe de bi serkeftîye, Elî Kobaniye ku di warê dirûna cilan de û bi taybetî cilên Kurdî de kar dike 11 salin li Herêma Kurdistanê dimîne. Dema di destpêkê de gihîşt Herêma Kurdistan ew rastî hinek dijwaryan bû. Piştî ku xelkê karê wî dît ew gelekî bi serkeft, ku ew niha bi dîzaynera cilên Kurdî Lara Dizeyî re kar dike û cilan didirû.
Fri, 30 Aug 2024 - 09min - 4034 - Kurte Nûçeyên roja Înî 30î Tebaxa 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Bîroya Statîstîkên Australya pirsa serjimêriya nû ya li ser zayendiyê ya 2026-an diceribîne… Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Navenda Xezeyê de ji malbatekê 9 kes mirin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Fri, 30 Aug 2024 - 04min - 4033 - Nûçeyên roja Pêncşemê 29î Tebaxa 2024
Di vê bûletenê de: Wezîrê Guhertina Avhewa û Enerjiyê dibêje hukûmeta Kar li ser riya raste derbarê bicîhbûna daxwazên enerjiyê... Xezînedar Jim Chalmers dibêje biryara derxistina pirsên li ser nasnameya LGBTIQ+ di serjimêrêyê de ji bo nehiştina dabeşbûnê bû… Û di sportê de, Sê şampiyonên tenîsê yên Australya di roja sêyem ya US Open de têk diçin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Thu, 29 Aug 2024 - 09min - 4032 - Hukûmeta Herêma Kurdistanê bi dahata navxweyî pêşwaziya 38 hezar mamosteyan dike
Piştî guhdarkirin, xwepêşandan û daxwaziyên mamosteyên ne-girêbest, Serokwezîr M Barzanî biryar da ku pêwîte ew kesana hemî li ser dahata navxwe ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê bibin girêbest. Zêdetir derbarê wê mijarê û mijarên din di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
Thu, 29 Aug 2024 - 09min - 4031 - Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 28î Tebaxa 2024
Di bûletena nûçeyên îroj de: Serokwezîr dibêje Australya ewlehî ji Însiyatîfa Polîsê Pasîfîk re peyda kiriye… Bertekên tevlihev yên serokên zanîngehan ji bo kêmkirina cîhên xwendekarên navneteweyî hene, ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.
Wed, 28 Aug 2024 - 05min - 4030 - Is the cost of living affecting social cohesion? - SBS Examines: Ma buhabûna jiyanê bandorê li hevgirtina civakî dike?
According to recent research, the biggest concern facing Australians today is the economy, and it’s causing ruptures within our society. - Li gor lêkolînên vê dawiyê, metirsiya herî mezin ku îro Australî rû bi rû dibin, rewşa aborî ye ku ev jî dibe sedema şikestinên di nav civaka me de.
Wed, 28 Aug 2024 - 06min - 4029 - Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 27î Tebaxa 2024
Di vê bûletenê de: Hukûmet ji bo sala bê hejmara cihên xwendekarên navneteweyî sînordar dike… Serokê opozisyonê Peter Dutton bersivê dide şîroveyên Xeznedar ku ew serokê partiyê "herî dabeşker" e ... Û di tenîsê de, Alexei Popyrin bû yekem serketiyê Australya li US Open, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Tue, 27 Aug 2024 - 05min - 4028 - Yazidi community in Australia celebrates special occasion - Civaka Êzîdî li Australya pîrozbahiya Cejina Rojiya Ezî dike
The Yazidi community in Australia is celebrating the end of a three day fast. The Three Day Fast in December is one all Yazidis are expected to observe. Fasting occurs from dawn until sunset, and the nights are given to feasting, merry making and some prayer. As for the "Eda Rojiya Ezi" or Feast of “Ezi or the Almighty”, it falls on Friday after three days of fasting. We spoke to a few members of the Yazidi community in Wagga Wagga, Khatoun, Parwin and Ibrahim regarding this special occasion. - Civaka Êzîdî li Australya pîrozbahiya cenjina Ezî dike pishtî rojî-girtina sê rojan. Em derbarê vê roja pîroz bi Ibrahîm Helîqî, Xatûn Temar û Perwîn ê re axifîn û me ji wan pirsî ew çawa pîrozbahiya vê rojê li Australiya pîroz dikin…
Thu, 14 Dec 2023 - 07min - 4027 - Berhevkirin û parastina berhemên hunermedên Kurd yên berê
Zeyneb Yaş ji Amedê ye û bi salan e li ser berhevkirin û parastina berhemên kevin yên hunermendên Kurd kar dike. Ew bi awayekî zanistî û akademîk mûzîka Kurdî arşîv dike da ku tomarên kevnar yên hunermendên Kurd biparêze. Nûçegîhan Hatice Kamer ev raporta taybet ji me re ji Amedê derbarê Zeyneb Yaş amade kiriye.
Fri, 23 Aug 2024 - 09min - 4026 - Kurte Nûçeyên roja Înî 23î Tebaxa 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Hevbendiya Ewlekariya Jinê ya Neteweyî dibêje fermanên tundûtûjiya malbatê bi gelemperî ji bo parastina mexdûran nayên cih ... Peter Dutton dibêje hukumet di hatina keştiyên neqanûnî de siste... Û di tênis de, di nav 40 salî de tîmê Australya yê US Open de yê herî mezin be, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Fri, 23 Aug 2024 - 05min - 4025 - Social media has a huge impact on teens if not used correctly - Medyaya civakî bandoreke mezin li ser ciwanan dike eger rast neyê bikaranîn
Undoubtedly, social media has both negative and positive effects on the well-being and mental health of young people. While social media platforms can help teens connect with friends and family, it can also cause depression, anxiety, and loneliness for teens. Mother of three Gozel Khanghah who is deeply involved in the study of childhood education and care shares her thoughts with us about her concerns. Her mission is to understand and take into account the views of her children in their upbringing, we speak to her about her concerns regarding social media. - Bê guman medyaya civakî hem bandorên neyînî û hem jî yên erênî li ser xweşbûn û tenduristiya derûnî ya ciwanan dike. Digel ku platformên medya civakî dikarin ji ciwanan re bibin alîkar ku bi heval û malbata xwe re têkiliyê daynin, ew di heman demê de dibe sedema depresyon, xem û tenêtiya ciwanan. Gozel Xanikê dayika sê zarokan e ku bi kûrahî di lêkolîna perwerdehî û lênihêrîna zaroktiyê de ye. Erka wê ew e ku di mezinkirina zarokên xwe de nêrînên wan fêm bike û li ber çavan bigire, em bi wê re behsa xemên wê yên derbarê medyaya civakî de dikin.
Fri, 23 Aug 2024 - 12min - 4024 - Dane li ser qurbaniyên topbaranên Tirkiyê û Îranê li Herêma Kurdistanê hene
Komkirina dane û zanyariyên berfireh li ser qurbaniyên di encama bombaranên Tirkiyê û Îranê li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin. MPOX wate vîrosa meymûnan li zêdetirî 12 welatan belav bûye, ku li Iraq û Herêma Kurdistanê hişyarkirina li ser nexweşiyê tedbîran destpêkiriye, zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
Fri, 23 Aug 2024 - 09min - 4023 - Nûçeyên roja Pêncşemê 22î Tebaxa 2024
Di vê bûletenê de: Dêûbavên nû dikarin di demek nêzîk de, li ser pereyên betlaneya dêûbavbûnê, superannuation jî bistînin ... Australya dê mûşekan li kargeheke nû ya li Newcastle çê bike… Û di sporê de, Ron Coote navê lîstikvanê rugby league yê 14mînî nemir hat bi navkirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Thu, 22 Aug 2024 - 11min - 4022 - Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 21î Tebaxa 2024
Di bûletena nûçeyên îroj de: Siyasetmedar dê ji ber reftarên xerab, li gorî qanûnên nû yên ku ji parlemanê re hatine şandin werin cezakirin…Zeviya rojê ya herî mezin e li Australya pejirandina jîngehê wergirt, Û di krîkit de, Kûpa Cîhanî ya Jinan T20 piştî aloziyên siyasî yên li Bangladeşê veguheste Yeketiya Îmaratên Erebî. Ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.
Wed, 21 Aug 2024 - 05min - 4021 - The importance of maintaining healthy teeth - Giringîya hîştina diranên tendirust
Maintaining healthy teeth can help prevent gum disease and cavities. Brushing and flossing properly can also help prevent plaque, a thin film of bacteria that sticks to your teeth. After you eat, bacteria convert the sugar on your teeth into acids that erode tooth enamel and leave behind cavities. Dr Omid Alan, a Kurdish speaking dentist in Sydney, tells us how to keep our teeth healthy. - Parastina diranên saxlem dikare bibe alîkar da ku pêşî li nexweşî û kavilbûnê bigire. Firçekirin û şûştina bi rêkûpêk jî dikare bibe alîkar ku pêşî li plak, bermahiyê xwarinê ku dibin bakteriya. Piştî ku hûn xwarinê gelekî girînge ku mirov diranên xwe firçe bike. Dr Omêd Alan ku li sydney pijîjkê diranane ji me re behsa çawa diranên xwe tendurist bihêlî dike.
Wed, 21 Aug 2024 - 10min - 4020 - Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 20î Tebaxa 2024
Di vê bûletenê de: Serokwezîr Anthony Albanese peymana berevaniyê ya nû bi Endonezya re eşkere dike… Serokê DYA Joe Biden pîl derbasî Cîgira Serok Kamala Harris di Kongreya Neteweyî ya Demokrat de dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Tue, 20 Aug 2024 - 04min - 4019 - Armanca serdana du serokên Ereb bo Tirkiyê çî ye
Serokê Desthilatdariya Filistînê li Perlemana Tirkiyê gotarek pêşkêş kir û eşkere kir ku wan biryar daye biçin Xezzeyê. Her weha wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên roja Çarşemê gihîjte Enqerê da ku beşdarîyê di gera çaremîn ya kombûnên komîteya asayişa hevbeş ya Iraq û Turkiyê bike. Ev serdan di berdewamîya diyaloga navbera Îraq û Tirkiyê de li ser hevkarîya ewlekarîyê gaveka girîng e. Zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.
Fri, 16 Aug 2024 - 12min - 4018 - Kurte Nûçeyên roja Înî 16î Tebaxa 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîrê New Zealand Chris Luxon li Canberra bi Anthony Albanese re hevdîtin kir… Rêvebirê wîlayeta Lîberalên NSW Richard Shields ji kar hat dûrxistin... Û di Rugby de, rêbertiya Penrith bi guman e ji ber ku Nathan Cleary di milê xwe de birîndar dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Fri, 16 Aug 2024 - 05min - 4017 - Nûçeyên roja Pêncşemê 15î Tebaxa 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Hukûmeta federal dê 3 milyar dolar ji deynê zanîngehan bibire... Senatorê partiya Kar dibêje rêberê opozisyonê bawerî bi ajansên ewlekarîya Australya derbarê penaberên Xezayê nîne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Thu, 15 Aug 2024 - 09min - 4016 - Ma niştecihên Kerkûkê ji bijartina parêzgarê nû razîne?
Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd roja Sêşemê bi biryareke fermî Rebwar Taha wek parêzgarê Kerkûkê destnîşan kir, heyşt mehan piştî hilbijartinên parêzgehan li wî welatî. Peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê zêdetir derbarê wê mijarê û mijareke mirovahî li ser rizgarkirina sê keçên Êzîdî ji destê DAIŞ ku bi taybetî yek ji wan temenê xwe sê meh bûn dema hat birin diaxafe.
Thu, 15 Aug 2024 - 10min - 4015 - Multiculturalism to get a make-over - Pirçandî ber bi guhertinê ve diçe
Fifty years ago, Labor minister Al Grassby [[graz-bee]] urged Australians to embrace a growing multicultural identity. Now, a sweeping review has examined the state of Australia's multicultural society. - Pêncî salî berê, wezîrê partiya Kar Al Grassby ji Australîyan xwest ku nasnameyeke pirçandî ya pêşkeftî hembêz bikin. Niha, lêkolîneke berfireh rewşa civaka pirçandî ya Australya vekolandiye.
Thu, 15 Aug 2024 - 04min - 4014 - Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 14î Tebaxa 2024
Di bûletena nûçeyên îroj de: Serokwezîr û serokê opozisyonê li ser mijara vîzeyên ji bo Filistîniyan ketin e rik hev... Pêşwaziya li balfirgeha Sydney ji bo Olîmpiyên Australya dema vegera ji Parîsê, ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.
Wed, 14 Aug 2024 - 04min - 4013 - Why is sex and sexuality education taught in Australian schools? - SBS Examines: Çima perwerdehiya zayendî û zayendîtiyê li xwendegehên Australya tê fêr kirin?
Sex ed in schools is controversial, but experts say it's vital for young people to learn about their bodies, identities, and healthy relationships. Why are some parents concerned? - Perwerdehiya zayendî li xwendegehan nakokî ye, ku di heman demê de girînge, lê pispor dibêjin ji bo ciwanan girîng e ku li ser laş, nasname û têkiliyên xwe yên tenduristiyê fêr bibin. Gelo çima beşek ji dêûbavan bi xemin?
Wed, 14 Aug 2024 - 07min - 4012 - Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 13î Tebaxa 2024
Di vê bûletenê de: Hejmarên aborî yên nû destnîşan dikin ku mûçeyên Australîya ji enflasyonê derbas dibin... Kesek ji ber agirê daristanên derveyî kontrolê li derdora Atînayê jiyana xwe ji dest dide... Û di werzîşê de, Alexei Popyrin li Montreal bi ser dikeve - yekem Australîyê ku ji dema Leyton Hewitt di 2003 de sernavekî Masters 1000 qezenc kir. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Tue, 13 Aug 2024 - 04min - 4011 - Kurte Nûçeyên roja Înî 9î Tebaxa 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Piraniya mamostayên xwendegehan dibêjin, ew nafikirin ku ew ê heta teqawidbûnê di kar de bimînin... Hukûmeta federal lê dinihêre ku çawa li seranserê welêt kêmbûna mezin ya bijîjkan çareser bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Fri, 09 Aug 2024 - 05min - 4010 - Hukûmeta Tirkiyê Instagramê qedexe dike
Tirkiyê bikaranîna Instagramê qedexe kir, piştî ku karbidestekî şûnbilind yê hukûmetê platforma medyaya civakî ji ber "sansûra" naveroka Hamasê rexne kir. Saziya Ragihandinê BTK'ê bêyî ku tu sedemê bide qedexe roja Înê ragihand. Bêtir derbarê vê mijarê di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.
Thu, 08 Aug 2024 - 10min - 4009 - Nûçeyên roja Pêncşemê 8î Tebaxa 2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Karkerên lênerîna zarokan li Australya ê ji sedî 15 zêdekirina mûçeyêwerbigirin... Li Brîtanya serhildanên dijî koçberiyê berdewam dikin, ku bi hezaran xwepêşander derketin e meşê... Û di sporê de, Tom Craig ê Australya ji ber kirîna kokainê li Parîsê îmtiyazên xwe yên Olîmpîkê ji dest dide, ew nûçeyana û nûçeyên din hene.
Thu, 08 Aug 2024 - 10min - 4008 - Rising cost of living pushes Australians into homelessness - Zêdebûna lêçûnên jiyanê Australîyan ber bi bêmalbûnê ve dibe
Every year, Homelessness Week is held with the goal of bringing attention to the difficulties that more than 122,000 Australians face when they become homeless on any given night. "Homelessness Action Now" is the theme for Homelessness Week in 2024. Australians who may not have imagined they would face financial difficulties are turning to support services for assistance as the country's growing cost of living continues to put financial strain on its citizens. Joining me in the discussion about Homelessness Week is Sonya Tufnell, the Senior Fundraising Manager at Orange Sky to talk about high cost of living affecting many Australian households. - Her sal, Hefteya Bêwariyê bi mebesta ku balê bikişîne ser dijwariyên ku zêdetirî 122,000 Australî di her şevekê de bêwar dibin tê lidarxistin. Australîyên ku dibe ku xeyal nedikirin ku ew ê di tengasiyên aborî re rû bi rû bimînin, serî li karûbarên piştgiriyê didin ji bo alîkariyê ji ber ku zêdebûna lêçûna jiyanê ya welêt berdewam dike ku tengasiya aborî li hemwelatiyên dibe. Di nîqaşa li ser Hefteya Bêwariyê - Homelessness Week Sonya Tufnell, Rêvebira Bilind ya berhevkirina alîkariyê li Orange Sky beşdarî bernameyê dibe ku li ser zêdebûna mesrefê jiyana rojane diaxafe ku bandorê li gelek malbatên Australî dike.
Thu, 08 Aug 2024 - 06min - 4007 - Êrîşa bi rokêtan li ser baregeha El-Eesed ya esmanî li Iraqê
Di naveroka rapora Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behs li ser êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Îraqê dibe. Herweha di nav raporê de behs li ser sedema koçkirina Ermeniyan ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê jî dibe.
Thu, 08 Aug 2024 - 09min - 4006 - New visa subclass for migrant workers battling exploitation - Vîzeya nû ji bo karkerên koçber e ku neheqî li wan dibe
In a world first, Australia is seeking to tackle migrant worker exploitation through the introduction of workplace justice visas. This new visa subclass will allow migrant workers battling against exploitation to extend their stay in Australia while fighting a workplace claim. Historically, the threat to migrant workers of losing their visa status has silenced many from speaking out against their employers. - Di cîhanê ya yekem, Australya hewl dide ku bi danasîna vîzayên dadwerî yên cîhê kar bi îstismarkirina karkerên koçber re mijûl bibe. Ev binkeya vîzeyê ya nû dê bihêle karkerên koçber yên ku li dijî îstismarkirinê şer dikin, dema ku li dijî îdîaya cîhê kar şer dikin mayîna xwe ya li Australya dirêj bikin.
Thu, 08 Aug 2024 - 04min - 4005 - Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 7î Tebaxa 2024
Di bûletena nûçeyên îroj de: Ji xelkê Australya hatiye xwestin ji ber aloziyên siyasîye li Bangladeşê neçin wî welatî… Raporeke nû destnîşan dike ku peyayên penaber li Australya bêtir tûşî nixweşiya derûnî dibin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Wed, 07 Aug 2024 - 04min - 4004 - Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 6î Tebaxa 2024
Di vê bûletenê de: Banka Navendî rêjeyên faîzê bilind nake... DYA li Rojhilata Navîn daxwaza ragirtinê dike... Bermahiyên mirovan di hundirê tîmsehekî li bakurê Queenslan hatin dîtin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Tue, 06 Aug 2024 - 06min
Podcasts similares a SBS Kurdish - SBS Kurdî
- El Partidazo de COPE COPE
- Herrera en COPE COPE
- Es la Mañana de Federico esRadio
- La Noche de Dieter esRadio
- Hondelatte Raconte - Christophe Hondelatte Europe 1
- Affaires sensibles France Inter
- La rosa de los vientos OndaCero
- Más de uno OndaCero
- La Zanzara Radio 24
- Espacio en blanco Radio Nacional
- L'Heure Du Crime RTL
- El Larguero SER Podcast
- Nadie Sabe Nada SER Podcast
- SER Historia SER Podcast
- Todo Concostrina SER Podcast
- 安住紳一郎の日曜天国 TBS RADIO
- TED Talks Daily TED
- 辛坊治郎 ズーム そこまで言うか! ニッポン放送
- 飯田浩司のOK! Cozy up! Podcast ニッポン放送
- 武田鉄矢・今朝の三枚おろし 文化放送PodcastQR
Otros podcasts de Noticias y Politica
- The Ray Hadley Morning Show 2GB
- Ben Fordham Live on 2GB Breakfast Radio 2GB
- The Bolt Report Sky News Australia / NZ
- You Cannot Be Serious Sam Newman
- Credlin Sky News Australia / NZ
- Dateline NBC NBC News
- Global News Podcast BBC World Service
- Paul Murray Live Sky News Australia / NZ
- Nights with John Stanley 2GB & 4BC
- The Megyn Kelly Show SiriusXM
- The Tucker Carlson Show Tucker Carlson Network
- Ukraine: The Latest The Telegraph
- The Dan Bongino Show Cumulus Podcast Network | Dan Bongino
- Sky Sports Radio's Big Sports Breakfast Sky Sports Radio
- Australia Overnight with Clinton Maynard 2GB
- UFO WARNING UFO WARNING
- 3AW Mornings with Tom Elliott 3AW
- SBS Indonesian - SBS Bahasa Indonesia SBS
- Les Grosses Têtes RTL
- Late Night Live - Full program podcast ABC listen